NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê Ajansa Navneteweyî ya Ehl-ul Beytê (s.x) -EBNA-Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê 2 êriş li dijî navendên wan pêkanîn, lê her du êriş hatin şikandin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê du êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundewarê rojhilatê Dêrazorê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Du roja duyemîn de, hêzên me êrişên şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê yên li ser nuqte û baregehên hêzên me yên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê şikandin.
Duh (Duşem), hêzên me Hêzên Sûriyeya Demokratîk du êrişên şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst a li ser bajarokên Zîban û Şihêl ên gundewarê rojhilatê Dêrazorê têk birin.
Êrişa yekemîn êvara Duşem/ Sêşem li dijî nuqteyeke leşkerî ya girêdayî Tugeya Zîbanê ve hat kirin. Şaneya terorîst di êrişê de çekên RPG bi kar anîn. Êrişa duyemîn di heman wextê de li ser nuqteya hêzên me ya li bajarokê Şihêl hat kirin. Di vê êrişê de şaneya terorîst BKC û kalaşînkov bi kar anîn.
Şervanên me bersiva her du êrişan dan û şer derket. Di encama derbeyên hêzên me şane neçar man birevin. Di her du êrişan de tu zerar li hêzên me nebûn, lê hin terorîstên êrişkar birîndar bûn, hejmara wan jî nehat tesbîtkirin.
Hêzên me teqez dikin ku dê têkoşîna li hember şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê, têkbirina stargehên wê, rizgarkirina herêmê û cîhanê ji bela û terora wan bidomînin.”
6 May 2025 - 12:39
News ID: 1555521

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê 2 êriş li dijî navendên wan pêkanîn, lê her du êriş hatin şikandin.
Your Comment